PeyamaKurd - Hêzên Pêşmerge li gundê Şeranşê sînorê nehiyeya Derkarê ya Zaxayê ji bo parastina xelkê sivîl û rêgirtina pêşvehatina hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKKê du xalên çavdêriyê datîne.
Li gorî zanyariyan tevî berdewamiya operasyona Tirkiyê, hêzên Pêşmerge li gundê Şeranşê yê ser bi nehiyeya Derkarê ve du xalên leşkerî yên çavdêriyê ava dike.
Fermandariya Duhokê ya Hêza Pêşmerge biryara avakirina wan her du xalên çavdêriyê li gundê Şeranşê daye.
Hat diyarkirin ku îro tîmên endazyariyê serdana cihên destnîşankirî yên li derdora gundê Şeranşê kirin û biryar e di demeke nêzîk de avakirina wan xalên çavdêriyê destpê bike.
Li gorî zanyariyan yek ji wan xalan dê li girê bi navê Serê Seqer û ya din jî li nêzîkî xala hêzên Zêrevanên Sînor were avakirin û armanca avakirina wan herdu xalên leşkerî çavdêriya deverê û liv û tevgerên hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKKê ye daku zêdetir derbasî nav axa Herêma Kurdistanê nebin û xelkê sivîl ê gund jî were parastin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin