Hafter dibêje ku wan dest daniye ser rêvebiriya Lîbyayê

Hafter dibêje ku wan dest daniye ser rêvebiriya Lîbyayê

PeyamaKurd- General Hafterê ku heya niha li Lîbyayê muxalif bû û li dijî hukumeta ku ji aliyê dewletên dinyayê de, weka hukumeta rewa tê qebûlkirin,bo Lîbyayê ragihand ku wan rêvebiriya Lîbyayê girtiye ser xwe. Hafter dibêje ku dest danîne ser rêvebiriya Lîbyayê û weha dewam dike:

“ Fermandariya giştî ya hêzên çekdar, desthilatiya welat digre ser xwe û peymana Suheyratê fesx kiriye. Tevî ku berpirsiyariya bar girane jî, ew barê ku millet daye ser milên me, em wê erkê qebûl dikin. Artêşa netewî ya Lîbyayê li gor îradeya xelkê, wê xebatê bike da rêxistinên sîvîl ava bike û divê mirov bibin xwediyê xwe. Divê xelk bo xwe demokrasiyê bibjêre. Ji roja ewilî heya niha hedefa me ew e ku em îradeya Lîbyayiyan biparêzin.”

Hafter dibêje peymana Suheyratê welat xerab kiriye û xistiye halekî xerab. Lê niha ew peyman bûye perçekeyekî ji rabirdûya tarî ya Lîbyayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin