SOHR: Nûçeya AA ya sandina leskerên Misirê bo Sûriyê nerast e

SOHR: Nûçeya AA ya sandina leskerên Misirê bo Sûriyê nerast e

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ku rapor û nûçeyên rojane li ser qewimînên erdê yên Sûriyê belav dike, derbarê nûçeya şandina 150 leşkerên Misirê bo Sûriyê de ragihand ku ew îdia nerast in.

SOHRê diyar kir ku nûçeya Ajansa Anadolu ya ajansa fermî ya Tirkiyê belav kiriye, ne rast e.

 Ajansa Anadol a Tirkiyê ku nûçeya xwe bi zimanê çavkaniyên leşkerî yên pêbawer li herêmê dabû, îdia kiribû ku dewleta Misirê bi qasî 150 leşkerên xwe ji bo piştgiriya hêzên rejîma Esed çend roj berê şandine Sûriyê ku daketine balafirxaneya Hemayê û ji wir jî bi du komên cuda di nav milîsên îranî û hêzên rejîmê de hatine dabeşkirin.

Herwiha A.Ayê gotibû, beşek ji wan leşkeran bo herêma rojavayê Helebê hatine veguhestin, beşek jî li dorûbera eniyên şer ên navçeya Serakîp a başûrê Idlibê hatine bicihkirin.

Dîsa ajansê di nûçeyeke xwe de îdia kiribû ku efserek û 2 pîlotên ji Misirê li Sûriyê ne, beşdarî operasyonan bûne û gelek herêmên Sûriyê bombebaran kirine.

SOHRê ev îdiayên ajansê bi çavkaniyên xwe yên li herêmê piştrast nekirine û daye xuyakirin ku ew îdia derew in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin