PeyamaKurd - Baba Şêxê kurdên êzidî Şêx Elî Elyas li ser wefata parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî peyameke behîdariyê belav kir.
Baba Şêx Elî Eylas ku doh bi merasîmeke sond xwar û bi fermî dest bi kar kir, îro li ser koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî peyameke serxweşiyê belav kir.
Peyama Baba Şêx wiha ye:
“Bi destûra navê Xwedê,
Hevdem digel merasimên danîna me wekû baba şêxê êzîdiyan, xebera malavayîkirina ji Xwedê jê razî Dr. Firset Sofî parêzgarê Hewlêrê gehîşte me.
Bi vê helkefta xemgîn, hevxemî û sersaxiyên xwe bo malbat û serkirdetiya Kurdistanê û serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hewlêra paytexta Kurdistanê, dost û hevalên rehmetî radigehînin.
Rehmetî gencekî bê miraz bû, mirovekî xizmetkar û xemxorê xelk û welatê xwe bû. Ji destdana parêzgarî, xisareteka mezin e.
Ji Xwedê bi hêvî ne cihê rehmetî behişta berîn be û sebr û hedarê jî bide her kesî.
Ruha rehmanî nabit fanî…
Her dê zivirte ber destê xwedanî”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin