PeyamaKurd – Li bajarê antîk ya Gêlê, di çarçoveya konserên "Dengên Paşerojê Konserên Amîda" ên ji aliyê Odeya Sanayî û Ticaretê ya Amedê tên lidarxistin, konserek pêk hat.
Odeya Sanayî û Ticaretê ya Amedê (DTSO) dest bi konserên bi navê "Dengên Paşerojê Konserên Amîda" kir û van konseran jî li cihên dîrokî li dar dixe. Di vê çarçoveyê de konsera yekem li Keleha Zêrzevan, dû re li Şikeftên Hesûna û niha jî li bajarê antîk ya Gêlê li dar xist.
Konser êvara 18ê mehê li ser hesabên tora civakî ya DTSOyê hat weşandin.
<>Di vê konserê de stranên Meyrem Xan, Mihemed Arifê Cizîrî û Seîd Yûsiv bi kurmancî, kirmanckî û soranî hatin pêşkêşkirin. Endamên Ma Muzîk û koma Lawje stran pêşkêş kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin