PeyamaKurd- Bi sedema Tirkiye S-400 an ji Rûsyayê kirî, bo dorpêçan deynin ser Tirkiyê, bo Meclisa Nûneran pêşniyar hat kirin. Endamê Meclisa Nûneran yê Komarî Adam Kinzinger, Michael McCaul û ji Partiya Demokratan Abigail Spanberger teklife kirin. Her sê endam xwestin ku qanûnekî nû ya bi navê “Têkoşîna li Dijî Îxracata Sîlihan ji Rûsyayê” derbixin.
Ji Meclisa Nûneran hat daxwazkirin ku vê qanûnê weka “peymanekî girîng” bê qebûlkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin