Wezareta Tenduristiyê ji bo zivistanê amadekariya korona dike

Wezareta Tenduristiyê ji bo zivistanê amadekariya korona dike

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ew xwe ji bo rûbirûbûna bandora sermayê ya li ser belavbûna vîrusa Koronayê amade dikin.

Berdevkê wezareta tenduristiya Kurdistanê, Dr. Mihemed Qadir ragihandiye, em wek wezareta tenduristiyê xwe ji hatina werza sermayê ango zivistanê re amade dikin da ku bikarin rûbirûyî bandora xirab ya sermayê li ser belavbûna Koronayê bibin.

Dr. Mihemed Qadir diyar kiriye, me plan û amadekariyên xwe dest pê kirine û yek ji mijarên ku em li ser kar dikin, dabînkirina derzî û dermanên pêwîst e û herwiha wergirtina karmendên pêwîst û dabînkirina cihên pêwîst e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin