Li perestgeha Lalesê ayîn destpêdikin

Li perestgeha Lalesê ayîn destpêdikin

PeyamaKurd- Li Başûrê Kurdistanê li Perestgeha Laleşê ku hem ciyê heca Kurdên Êzîdiye, bi sedema pandemiyê 5 mehe ku lê ayîn nayên kirin, piştî 5 mehan dê car din bo ayînan vebe.

Rêvebirê Laleşê Loqman Silêman ragihandiye ku weka her perestgehê Laleş jî di çarçoveya tedbîrên hukumeta Herêma Kurdistanê yên li hemberê Kovid-19 ê, Laleşê bo ayînan girtibûn. Loqman Silêman ragihandiye ku dê kesên tevlî ayînan bibin, dê li gor tedbîrên wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê tevbigerin.

Rojane 100 kes ji derve diçin perestgehê û her weha li gor tedbîran, maske û lepik mecbûren li xwe dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin