Amarên dawî yên Rojavayê Kurdistanê hatin eskerekirin

Amarên dawî yên Rojavayê Kurdistanê hatin eskerekirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku 31 pêketiyên din ên vîrusa koronayê hatine tomarakirin.

Desteya Tenduristiyê da xuyakirin, 31 kesên din bi koronayê ketine û 6 kesên din jî ji wê nexweşiyê baş bûne

Li gorî daxuyaniyê 9 kes li Hesekê, 8 li Qamşlo, 4 li Dêrikê, 3 li Tipêsbiyê, 3 li Til Temir, 2 li Girkê Legê, 1 li Çil Axa û 1 kes jî li Şehba bi vîrusa korona ketine.

Tevî van amaran, hejmara pêketiyan li Rojavayê Kurdistanê gihîşt 1151 kesan ku 334 kes baş bûne û 52 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin