PeyamaKurd – Hejmara pêketinên vîrusa koronayê û mirinan li Herêma Kurdistanê gihîştiye asteke metirsîdar ku li gorî daxuyaniya îro 25ê Adarê ya Wezareta Tendurustiyê ya Herêma Kurdistanê 601 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî can daye.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 601 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 188 kes li Hewlêrê, 158 kes li Silêmaniyê, 216 kes li Duhokê û 37 kes li Germiyanê ne.
Herwiha di nav 24 demjimêran de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye ku 2 kes li Hewlêrê, 2 kes li Duhokê û kesek li Germiyanê ne.
Di 24 demjimêran de 222 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyan gihîşt 117412 kesan, ya mirinan bû 3622 kes û heta niha 107640 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin