PeyamaKurd – Îro 33 sal di ser wefata Kurê mezin ê Mele Mistefa Barzanî, Îdrîs Barzanî derbas dibin. Îdrîs Mistefa Barzanî yek ji serkirdeyên berbiçav ên Kurd e û wek endazyarê dirustkirina eniya Kurdistanî tê zanîn.
Îdirs Barzanî sala 1944 li gundê Barzan li Herêma Kurdistanê ji dayik bû. Di 3 saliya xwe de, ligel malbata xwe, ji aliyê desthilata wê demê ya Iraqê ve, bo başûr û naverasta Iraqê hate dûrxistin û heta 11 salan jiyaneke zehmet, dûr ji welatê xwe, derbas kir.
‘Ew wekî endazyarê aştiyê dihat naskirin’
Tevî hemû astengî û zehmetiyan jî dest ji xwendinê berneda. Ew ji aliyê gelek siyasetmedarên Kurd ve wek endazyarê aştiyê tê naskirin, 33 sal beriya niha li Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir.
Xwedêjêrazî Idrîs Barzanî piştî karesata sala 1975an û têçûna şoreşê, bi awayekî berdewam tekezî li wê yekê dikir, ku divê xelkê aware û koçber vegerin cih û warên xwe li Başûrê Kurdistanê.
Îdrîs Mistefa Barzanî, Dİ sala 1944 an li Barzan ji dayik bû û roja 31ê Çileya 1987an li bajarê Sîlvana yê ser bi bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ve, koça dawî kir. Piştî serhildana sala 1991ê cenazeyê Mistefa Barzanî û Idrîs Barzanî bo Başûrê Kurdistanê hatin vegrandin û li Barzan bi xakê hatin spartin.
Bîranîneke Felekedîn Kakeyî di derbarê gorbihişt Îdrîs Barzanî de
Felekedîn Kakeyî di derbarê gorbihişt Îdrîs Barzanî de dibêje: “Di dema xwe de êvarek li Rajan şehîd Îdrîs Barzanî li gel bû, wê demê dû Pêşmerge hatin û daxwaz kirin, wêneyekî bîranînê li gel şehîd Îdrîs bigrin, ew jî bi rûkeniniyê ve got: Çendî ewên hez bikin wêne li gel min bigrin, nagihin ewên ku ez bi xwe çendî hez dikim wêne li gel Pêşmerge bigrim. Ez bi xwe hêvî dikim wêne li gel Pêşmerge bigrim. Eve bi bêyî wê yekê ku hîç wateyeke din nabexşin, ji ber ku Pêşmerge nebê em nagihîne yek ji xewnên xwe!.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin