PeyamaKurd - Hat ragihandin ku ji ber topbarankirina hêzên hikumeta Sûrîye bi ser devera dawî ya li jêr kontrola hêzên oposizyonê yên Bakurê Rojavayê Sûriyê, herî kêm 13 kes hatin kuştin.
Rêxistîya Mafên Mirovan ya Sûrîyê (SOHR) ragihand, ji ber topbarankirina hêzên hikumetê bi ser gundê Urum el- Joz a Îdlibê de 6 sivil hatine kuştin ku zarok jî di nav wan de hebûn.
Ajansa Peyamên Şamê ya oposizyonê jî da xuyakirin ku ew kesên hatin kuştin koçberên devera başûrê Îdlibê bûn.
Berevanîya sivil a Sûrîyê diyar kir, sê zarok digel jinekê li devera Kafruma ya başûrê gundê Urum el –Joz hatine kuştin û herwiha xwebexşiyên Kûm Spî jî li Xan Şeyxûnê hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin