PeyamaKurd- Cîgirê serokê parlementoya Kurdistanê Hemin Hewramî ragihand ku wê tenê serokê herêma Kurdistanê ji aliyê parlementoyê de bê bijartin.
Hemin Hewramî di civîna çapemeniyê de, di derbarê pêşdeçûnên dawiyê de axifî:
“Lihevkirinên di navbera partiyên siyasî yên Kurdistanê baweriyê dide xelkê. Civîna parlementoyê ya sibê wê sieta xwe ya normal de destpêbike.”
Hewramî ragihand ku partiyên siyasî li ser bingeha têgihîştin û lihevkirineka xurt peymanê girêdane. Di qanûna serokatiya herêma Kurdistanê de, erkên serokê herêmê û cîgirên wê, dê bên tesbît kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin