PeyamaKurd - Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku hêzên ewlekariyê li başûr û rojavayê Bexdayê 5 xwekujên DAIŞê kuştin.
Şaneyê da xuyakirin ku di encama operasyona li dijî her 5 xwekujan de, Muqedemek hat kuştin û endamekî ewlekariyê birîndar bû.
Şaneyê diyar kir ku di dema operasyonê de, xwekujekî xwe teqand.
Şaneya Ragihandinê ragihand, di çarçoveya heman operasyonê de, balafirên Fransa yên Koalîsyona Navneteweyî li bakurê Iraqê, darbeyeke hewayî li çekdarên DAIŞê xist ku 2 DAIŞî hatin kuştin û cihekî wan jî hat ruxandin.
Şaneya Ragihandinê da zanîn ku di encama “Operasyona Ebtal El-Iraq” de, hêzên Iraqî yên hevbeş li parêzgeha Diyalayê tibabên mezin ên çekan desteser kirin û herwiha 5 gund jî venerandin û li wir jî hejmarek çek hatin dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin