Goran: Divê sîstema namerkezî zirarê nede yekparçeyiya Herêma Kurdistanê

Goran: Divê sîstema namerkezî zirarê nede yekparçeyiya Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd - Endamê Civata Giştî ya Tevgera Goran Faris Husên got, tevgera Goran ne ligel rêveberiya namerkezî ya ku zirarê bide yekparçeyiya herêma Kurdistanê ye.

Ev demek e derdora Lahor Cengî di nav YNKê de, li ser kar dikin ku bi navê rêveberiya namerkezî, Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê cuda bikin û radestî Bexdayê bikin.

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Goran Faris Husên li ser vê mijarê ji BasNewsê re ragihandiye ku sîstema dûrketina navendî bandor û karekî baş e û em piştevaniyê lê dikin. Ji ber ew sîstem, dikare bibe sedemekî baş ku parêzgeh bikarin xwedî biryar bin û xizmeta hemwelatiyan bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.’’

Herwaha got, dûrketina navendî tê wê wateyê ku “Mineta kurdan bi ti kesî nemîne. Ji bere ger dûrketina navendî bê bicîhanîn, dê sûda wê bo hemwelatiyan baş be, ji ber dahata parêzgehê bo qeza û nahyeyan jî diçe û hemû pêwîstiyên xwe dê bikarin pêkbînin.”

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran destnîşan kir ku ne ligel dûrketina navendî ne ku zirarê bigihîne yek parçeyiya herêma Kurdistanê.

Faris Husên dibêje, “Divê dûrketina navendî ji proseya demokratîk re derbas bibe, hikûmeta herêma Kurdistanê lêkolînê li ser pirsa dûrketina ji navendê bike, ku parêzgehên Hewlêr û Silêmanî û Duhok bibin xwedî sîstema dûrketina ji navendê.”

Di karnameya kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê de pênase bi dûrketina navendî ya îdarî hatiye kirin, lê bi mercê bi serpereştiya hikûmetê be û di çarçoveya pêkhateya destûrî ya herêma Kurdistanê de be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin