Rojhilat | Li Urmiyê di rojekê de 24 kesan ji koronayê can da

Rojhilat | Li Urmiyê di rojekê de 24 kesan ji koronayê can da

PeyamaKurd - Li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ku belavbûna vîrusa koronayê ji nû ve hatiye asteke metirsîdar, tenê di nava rojekê de 24 nexweşên koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Zanîngeha Pizîşkî ya Urmiyê li gorî amarên 8ê Mijdarê ragihandiye ku 1638 pêketiyên koronayê li nexweşxaneyan hatine razandin ku piştrast bûye 650 kes bi nexweşiya Covid-19 ketine û li ser 988 nexweşên din jî nîşaneyên vîrusê hene.

Herwiha 285 pêketiyên koronayê di beşên çavdêriya hûr ên nexweşxaneyên parêzgeha Urmiyê de ne, ku rewşa 105 kesan xirab e û bi amûra oksîjenê nefesê distînin.

Zanîngeha Pizîşkî ya Urmiyê eşkere kiriye ku di nav 24 saetên borî de 24 kes ji ber koronayê mirine û hejmara giştî ya mirinên koronayê li Urmiyê gihîştiye 2 hezar û 112 kesan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin