DAISê êrîseke mezin bir ser Hesda Seibî

DAISê êrîseke mezin bir ser Hesda Seibî

PeyamaKurd – Hat ragiandin ku şeva borî rêxistina terorîst DAIŞê li Enbarê êrîşeke mezin û berfireh li hember artêş û milîsên Heşdî Şeibî pêk aniye ku wekî êrîşa herî mezin tê binavkirin.

Fermandarê operasyonên Heşdî Şeibî li Enbarê Ehmed Nesrulla bi daxuyaniyekê ragihandiye ku êrîş şeva borî li ser Lîwa ya 18 ya Heşdî Şeibî li rojavayê parêzgeha Enbarê pêk hat.

Ehmed Nesrulla gotiye, ev êrîş duyem êrîşa herî mezin a DAIŞê ye di heftiya borî de û daye zanîn ku DAIŞê çekên sivik û navîn û topên hawanê di êrîşê de bikar anîne.

Li ser kuştî û birîndaran hîn ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin