Macron di babeta Îranê de axifî

Macron di babeta Îranê de axifî

PeyamaKurd- Serokê Fransayê Emmanuel Macron di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî de axaftinekî kir û di axaftina xwe de got ku divê raya giştî ya dinyayê bikeve nav tevgerê da Îran nebe xwediyê sîlihên nukleerî û li herêmê aramî û seqamgirî çêbibe.

Macron bo peymana nukleerî ya Îranê ragihand ku peyman kêm e lê di vê rêyê de gaveka girînge. Her weha di mijara Îranê de divê stratejiyekî hebe û mijara sîlihên nukleerî nekeve asta dorpêçan.

Macron behsa Rojhilata Navîn kir û got: “Di Rojhilata Navîn de desteka balîstîk ya ku bo Hîzbûllah û Hûsiyan tê dayîn, gelek bi endîşeye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin