PeyamaKurd – Cenazeyê pitikeke nû ji dayik bûye, li navçeya Rezan a Diyarbekirê, di kontênêra çopê de hat dîtin.
Li gor zanyariyan, li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Diyarbekirê, xebatkarên paqijiyê, cenazeyê pitikeke hê nû ji dayik bûye di kontênêra çopê de dîtin.
Komên tendurustiyê û polîs, piştî agahiyan çûn cihê bûyerê û cenazeyê pitikê ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyûbiyê.
Herwiha, di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin