PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) nûçeya rojnameya Wall Street Journal (WSJ) a vekişandina hêzên Amerîkî, balafirên şer û sîstemên berevaniyê ji Rojhilata Navîn piştrast kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Pentagonê de hatiye gotin, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ferman daye Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) havîna îsal hin hêzên diyarkirî û alavên leşkerî ji hin welatên Rojhilata Navîn bikişîne.
Hat diyarkirin ku biryar bi welatên pêwendîdar re bi hevkariya nêzîk hatiye dayîn û wê ev biryar bandorê li berjewendiyên Amerîkayê û bersivdana gefên li herêmê neke ku wê helwesta pêwîst a dijî gefan berdewam be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin