Cîgirê Balyozê Amerîka serdana Lalesa Nûranî kir

Cîgirê Balyozê Amerîka serdana Lalesa Nûranî kir

PeyamaKurd - Heyeta Amerîkayê ya bi serokatiya Cîgirê Balyozê Amerîkayê li Iraqê serdana Perestgeha Laleşê kirin. Şanda Amerîkî piştevaniya welatê xwe ji bo Kurdên Êzidî nîşan da, bi taybetî yên hîna di destê DAIŞê dene û çarenivîsa wan nexuya ye.

Kurdên Êzidî ji bo cejna Çarşema Sor çûne ser tirban. Di vê heftiyê de bi hezaran kes ji bo pîrozkirina wê cejnê li Laleş û di nava kampan de dicivin.

Heyeta Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê û Konsulxaneya wî welatî ya Hewlêrê duh serdana Laleşê kirin û li gel kesayetên siyasî û olî yên Kurdên Êzdî civiyan. Heyet bi helkefta Cejna Çarşema Sor pîrozbahî li Kurdên Êzidî kirin û piştgiriya welatê xwe ji bo Kurdên Êzidî anîne ziman.

Cîgirê Balyozê Amerîkayê li Iraqê John Had ragihand, ku ew hatine da ku ola Êzdayetiyê zêdetir nas bikin û beşdarî pîrozbahiyên cejnê bibin.

 Kesayetên Êzidî jî daxwazên xwe gihandine şanda Amerîkî.
Şêwirmendê Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî Kerîm Silêman jî got: “Beriya niha jî me rêwresm saz dikirin lê ne bi fermî bûn vê carê dê nûnerê Mîr amade be û bi fermî cejn were pîrozkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin