PeyamaKurd - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Diyarbekirê derbarê êrîşa polîsan bi ser zarokan de li navçeya Nisêbînê ya bajarê Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
ÎHDê daxwaz ji saziyên pêwendîdar kir ku polîsê li navçeya Nisêbînê bi çekê daye pey zarokan were cezakirin û daxuyaniya Saziya Giştî ya Ewlehiya Tirkiyê wekî meşrûkirina tundûtujiya dijî zarokan nirxand.
ÎHDê bi bîr xist ku li gorî qanûnên Tirkiyeyê zarokên temenê wan di bin 12 salan de berpirsyariya wan tuneye û nayên cezakirin.
Doh 9ê Gulanê êvarê dîmenên ku polîs li navçeya Nisêbînê ya Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê, li Taxa Firatê bi hinceta qedexeya derketina derve bi çekan û gule reşandinê êrîşî ser zarokên temen piçûk ku li hewşa avahiya xwe dileyîstin, hatin belavkirin.
✅Her bir çocuğun yaşama/gelişme ve oyun hakkının sağlanması devletin yükümlülüğündedir.
— İHD Amed (@amedihd) May 10, 2020
✅Fail kamu görevlisinin eylemine uygun bir şekilde cezalandırılmasını talep ediyoruz.#Nusaybin'de çocuklara yönelik polis müdahalesine ilişkin
YAZILI AÇIKLAMA ? https://t.co/TD1OrXMiEc pic.twitter.com/c7zIiTgrBT
Piştî wan dîmenên li ser medya civakî ku tê gotin, ew dîmenên 24ê Nîsanê ne bertekên tund hatin nîşandan.
Li ser bûyerê Qeymeqamiya Nisêbînê û Navenda Giştî ya Emniyeta Tirkiyê dane xuyakirin ku ew polîs ji kar hatiye dûrxistin, lê ew zarokên piçûk jî wekî kesên bi keviran êrîşî polîsan kirine nîşan dan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin