Di warê mafên mirovan de sicîla Tirkiyê

Di warê mafên mirovan de sicîla Tirkiyê

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, ropora mafên mirovan ya 2017an eşkere kir. Di raporê de tê diyarkirin ku di warê mafên mirovan de, Tirkiyê di nava welatên ku sicîla wan xerab de ye. Herwiha ji bilî Tirkiyê, Sûriye, Myanmar û Venezeula jî di nava welatên ku sicîla wan xerab de ne.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê rapora mafên mirovan ya 2017an eşkere kir. Di raporê de derbarê rewşa mafê mirovan de rexneyên giran li Tirkiyê têne girtin.

Rapor balê dikişîne ser Rewşa Awarte (OHAL) a li Tirkiyê û astengiyên bingehîn ên azadiya mafan, "Heta dawiya sala 2016an bi hincetên terorîzmê zêdetirî 100 hezar kes ji kar hatin derxistin, 50 hezar mirov hatin girtin û zêdetirî 50 saziyên sivîl hatin girtin."

‘Mijarên balkêş ên mafên mirovan' ên li Tirkiyê wiha têne rêzkirin:

  • Îdiayên îşkence û wendakirinên bi darê zorê,
  • Parlamenter û 2 xebatakên esiltirk ku li nûnertiyên Amerîkayê jî di nav da binçavkirin û girtinên kêfî,
  • Destwerdana rêveberiyê bi ser azadiya dadweriyê,
  • Kesên bijartî jî tê de girtina siyasetmedaran,
  • Astengiyên li ser azadiya çapemeniyê û azadiya derbirîna ramanî,
  • Girtina gelek rojnamegeran,
  • Darizandina rexneyên bi ser rayedar û rêveberên hikûmeta,
  • Astengiyên li ser malper û naverokên malperan,
  • Astengiya li dijî azadiya civîn û xwebirêvebirinê,
  • Destwerdana li azadiya tevgerê,
  • Bûyerên tundtûjiyê yên li dijî kesên LGBTI û kêmaran.

Rapora Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê herwiha bal kişand ser hilbijartinan û tunebûna şert û mercên wekhev ên hilbijartinê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin