PKKê li Bedlîsê bi roketan êrîs kir: Fermandarê Cendermeyan hat kustin

PKKê li Bedlîsê bi roketan êrîs kir: Fermandarê Cendermeyan hat kustin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro li Bedlîsê wesayîteke sivîl ya fermadarê cendermeyan jî tê de bûye rastî êrîşa roketan a PKKiyan hatiye û di wê êrîşê de Fermandarê Navendî yê Cendermeyan Zafer Akkuş û cerdevanek hatiye kuştin.

Li gorî nûçeya medya tirk, di êrîşê de Fermandarê Cendermeyan Zafer Akkuş bi xedarî birîndar bûye û dema rakirine nexweşxaneyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê jiyana xwe ji dest daye.

Hat zanîn ku fermandarê cendermeyan dema xwestiye biçe kontrola cerdevanên herêma xwe rastî êrîşê hatiye.

Hinek çavkaniyên herêmî jî radigihînin ku di wê êrîşê de cerdevanek jî hatiye kuştin û ajokarê otomobîlê jî birîndar bûye.

Hat ragihandin ku piştî bûyerê li herêmê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin