Di serê komên çekdar de jinek hat kustin û 3 zarok birîndar bûn

Di serê komên çekdar de jinek hat kustin û 3 zarok birîndar bûn

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihandiye ku di encama şer û pevçûnên navbera çekdaran de li ser dizî û talanê, jinek hatiye kuştin û 3 zarok jî birîndar bûne.

Rêxistinê daye xuyakirin ku roja 4ê vê mehê di encama şerê du grûpên çekdar li ser dizî û talanê û destdanîna ser mal û milkên kurdên Efrînê, li nava bajêr şerekî çekdarî di navbera wan de derket ku aloziya navbera wan her du grûpan li nava bajêr berdewam e.

Rêxistinê daye zanîn ku di encama wî şerî de jineke ereb a koçber hate kuştin û 3 zarok jî birîndar bûn ku zarokên birîndar li nexweşxaneya leşkerî têne dermankirin.

Li gorî nûçeyê, grûpa çekdar a bi navê El-Nuxbe li gundê Omer Simo, piştî ku berhemên zêdetir ji 27 hezar darên zeytûnan ji xwe re çinîn û hejmareke mezin ji daran birîn, niha baca 2 teneke zeyt li her maleke gund sepandine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve (18 Adar 2018), kuştin û revandina kurdan, dizî, talan û destdanîna ser mal û milkên xelkê berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin