PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, peyameke serxweşiyê pêşkeşî Encûma Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê kir.
Peyama serxweşiyê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye;
Birêz Kak Dr. Erselan Bayîz
Mixabin nûçeya koça dawî ya birayê we yê birêz Hacî Îbrahîm Bayîz min bîhîst. Ez serxweşiyê li we dikim û ji xwedayê mezin daxwaz dikim wî bi beheşta xwe şad bike û aramî û sebrê bide malbata we.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin