Sandeke Hesda Seibî ji bo S-300an bistîne çû Rûsyayê

Sandeke Hesda Seibî ji bo S-300an bistîne çû Rûsyayê

PeyamaKurd – Heşda Şeibî ji bo sîstemên moşekên parastina esmanî S-300an bistîne ket nav tevgerê ku bi taybet jî ev yek piştî êrîşên esmanî yên ser baregehên wan tê.

Hat îdiakirin ku Heşda Şeibî ji bo bikare li dijî êrîşên Îsraîlê berevaniyê bike, ketiye nav hewla standina S-300an.

Li gorî zanyariyan ji bo vê jî şandeke bi serokatiya Falih el Feyyazê yek ji serkirdeyên Heşda Şeibî çûye Rûsyayê ku ji bo kirîna S-300an danûstandinan bike.

Hêjayî gotinê ye, Serokê hikûmeta Bexdayê Adil Ebdulmehdî jî demek berê dabû xuyakirin ku ew dê ji bo bikarin berevaniya êrîşên esmanî bikin, ji bo kirîna sîstemên parastinê bikevin nav hewldanan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin