Demirtas doz li dadgehê vekir

Demirtas doz li dadgehê vekir

PeyamaKurd - Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara azadkirina wî derxistibû û ji Tirkiyê xwestibû derhal were berdena, doz li dadgeha tirk vekir.

Parêzerên Demirtaş ragihandin ku Tirkiye ji bo Demirtaş tehliye neke doza wî ya ceza lê hatiye birîn ji bo pesend bike ji dadgeha îstinafê re şandiye û li ser vê jî wan doz li wê biryara dadgehê vekiriye.

Parêzerê Demirtaş Firat Epozdemir derbarê giliyê ku wan li dadgehê kiriye zanyarî da û got, wan daxwaz kiriye lêpirsîn li ser heyeta dadgehê were destpêkirin û doz were vekirin, bi hinceta karên xwe bi xirabî kirine.

Ev doza ku Tirkiye dixwaze biryara DMMEyê bide betalkirin û cezayê girtîgehê li ser Demirtaş bisepîne ji ber axaftineke dema pêvajoya çareseriyê ye ku parêzeran giliyê wê dadgehê û heyeta wê kiriye. Dadgehê ji bo vê dozê 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Demirtaş birîbû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin