Çîn bo Silêmaniyê 100 hezar maske sand

Çîn bo Silêmaniyê 100 hezar maske sand

PeyamaKurd- Rêvebiriya tenduristiyê ya bajarê Silêmaniyê ragihand ku dewleta Çînê, di ser rêya sefareta xwe ya li Hewlêrê de, sed hezar maske şandiye.

Bi sedema ku li welatê Çînê ev vîrus derketiye û li dinyayê belav bûye, dezgeyên rêvebiriya tenduristiyê yên dewleta Çînê di mijara têkoşîna li dijî koronavîrusê de xwediyê tecrubeyane. Lewra heyeta ku ji sefareta Çînê ya Hewlêrê çûn bajarê Silêmaniyê, bi rêvebiriya tenduristiyê ya Silêmaniyê re li ser rêbaza têkoşîna bi koronavîrusê re dayînûsitendinan kir.

Li aliyê dinê Weqfa Barzanî ya Alîkariyê (BCF) jî îro li Silêmaniyê maske û lepikan belav kir. Cara yekem koronavîrus li bajarê Silêmaniyê hatibû dîtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin