Ji Serokwezîr Barzanî peyama hisyariyê: Pabendî rêkaran bin...

Ji Serokwezîr Barzanî peyama hisyariyê: Pabendî rêkaran bin...

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, daxwaz ji hemû welatiyan û rûniştvanên Herêma Kurdistanê kir, pabendî rêkarên Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Navxwe bibin, ta rê li belavbûna zêdetir a vîrusa Korona bê girtin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: "Daxwaz ji hemû welatiyan û rûniştvanên Herêma Kurdistanê dikim, pabendî rêkarên Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Navxwe bibin, ta rê li belavbûna zêdetir a vîrusa Korona bê girtin."

Barzanî diyar kir: "Tevî agahdarkirin û girtina hemû rêkarên pêwîst ji aliyê dam û dezgehên hikûmî, mixabin hîna hin kes hene serpêciyê dikin, bi wan riftaran jî ne tenê jiyana xwe, belkû jiyana malbatên xwe û tevahiya xelkê Kurdistanê dixin metirsiyê."

Serokwezîr da zanîn: “Mixabin hejmara tûşbûyan li Herêma Kurdistanê û bi taybet li parêzgeha Silêmaniyê di zêdebûnê de ye, sedema wê jî ew e ku wek pêwîst hevkarî bi dam û dezgehan re nayê kirin û rêkar jî ji aliyê hejmarek welatî ve nayin bicihkirin û binpêkirin li xakên sînorî jî berdewam e.”

Mesrur Barzanî da xuyakirin, “Ti berjewendiyeke taybet nîn e ku jiyana xwe û xelkê bixin metirsiyê. Ji vir ve bi pêwîstî dizanim ku dam û dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê rêkarên tundtir li hember serpêçkaran bigirin ber û ewên yariyê bi jiyana xelkê dikin, rûbirûyî yasayan bibin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Hêvîdar im welatiyên xweşewîst metirsiya vê betayê bi cihî werbigirin. Ewê li ser hikûmetê bû, me kir û berdewam jî dibin, lê pêwîst e em hemû hevkariya hev bikin, rola hikûmet û welatiyan di vê rewşê hevdu temam dike”.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin