PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence di peywendiyeke telefonî de rewşa niha ya Irqê û pêşxistina peywendiyên dualî yên Amerîka û Iraqê gotûbêj kirin.
Ofîsa Serokomariya Iraqê ragihand ku Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence duh êvarê pêwendiyeke telefonî pêk anîne û di wê pêwendiyê de rewşa dawî ya Iraqê û pêwendiyên dualî yên Amerîka û Iraqê gotûbêj kirine.
Li gor daxuyaniya ofîsa Serokomariya Iraqê, Berhem Salih pêdagiriya xwe bo çareserkirina rewşa niha ya Iraqê nîşan daye.
Mike Pence jî piştgiriya Amerîkayê bo aramiya Iraqê û daxwazên rewa yên xwepêşanderan nîşan daye û amaje bi wê yekê kiriye ku divê li Iraqê reform werin kirin û hêzên derve xwe tevlî karên navxwe yên Iraqê nekin û rêz li daxwazên gelê Ireqê bê girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin