PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên xwecihî Tirkiyê li dora Efrînê dest bi lêkirina dîwar kiriye û hewl tê dayîn, dîwarekî bi dirêjiya 70 kîlomteran were avakirin.
Hat zanîn ku bi vedana xendekan re dest bi lêkirina dîwarê li kêleka gundên Bêkê, Elî Kera û Zeerê yên navçeya Bilbilê hatiye kirin.
Li gorî çavkaniyên ji Efrînê, wê kolandina xendekê ji serê çiyayê Gir heta goristana Şêx Hemze ya li nêzî gundê Elî Kera pêk bê.
Bi lêkirina dîwar re Tirkiye sînorê xwe ji gundê Bêkê yê li hember gundê Çerçiya yê Tirkiyê nêzî 300 metre derbas dike.
Li gorî jêderên herêmê Tirkiye heman planên xwe yên guhertina demografiya herêmên dagirkirî li Serê Kaniyê û Girê Spî berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin