PeyamaKurd - Raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê bi pêkhateyên Herêma Kurdistanê re dicive.
Çavkaniyekî ji nivîsgeha Mesrûr Barzanî ragihand, Mesrûr Barzanî îro (22.06.2019) bi çend aliyên Tirkmenî re û piştre bi Eniya Turkmenî dicive. Piştre jî bi Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Nehrên Romyo Hekarî û şandeke wê partiyê re dicive.
Wî çavkaniyê aşkere kir, piştî nîvro Mesrûr Barzanî bi Tevgera Aşûrî û piştre bi Encûmena Gel a Kildanî Aşûrî dicive û tewera sereke ya civînan jî, beşdariya pêkhateyan di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û wergirtina C.Vyên kandîdan ji postên wezarî re dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin