PeyamaKurd – Serokomarê Lubnanê Mişel Ewn, beşdarî bernameya televizyona Fransî BFMê bû û li ser pirsa îhtimala lihevkirin û aştiya bi Îsraîlê re derî vekirî hişt
Mişel Ewn li ser pirsê got, “Ev tê guhertin. Bi Îsraîlê re kêşeyên me hene û divê pêşî em wan çareser bikin.”
Ewn bal kişand ser alîkariyên ziyanên teqîna Beyrûdê ku herî kêm 178 kesan can daye û zêdetirî 6 kes birîndar bûne hatine şandin û got ku dê ew alîkarî bigihin cihên pêdivî bi wan heye.
Mişel Ewn li ser peymana aştiyê ya navbera Îsraîl û Îmaratên Erebî jî diyar kir ku Îmarat welatekî xwedî serwerî ye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Hizbullaha Lubnanê şirîkê hikûmeta Lubnanê ye û ev bi salan e şer û aloziya bi sedema hebûna Hizbûllahê bi Îsraîlê re berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin