PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, 3 kesên din li Hewlêrê bi vîrusa koronaya nû Covid-19 ketine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, du kes ji wan berkeftiyên tûşbûyên berê ne û yek ji wan kesan jî ji derveyî welat vegeriyaye ku yek ji tûşbûyan zarok, yek jin û yê din jî zilam e.
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê got: “Di berdewamiya pişkinîn û lêgerîna li pey gumanbaran de, 3 tûşbûyên vêrusa koronaya nû Covid-19 li bajarê Hewlêrê hatine destnîşankirin, ku jinek û zarokek berkeftiyên tûşbûyê doh in û zilamek jî pêştir ji derveyî welat vegeriyaye.”
Hejmara tûşbûyên li Herêma Kurdistanê gihîşt 204 kesan ku 62 kes baş bûne û 2 kesan jî can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin