Sêx Cengî Talabanî: “Ala Kurdistanê xeta me ya sor e”

Sêx Cengî Talabanî: “Ala Kurdistanê xeta me ya sor e”

PeyamaKurd – Hevserokê YNK ê Şêx Cengî Talabanî li ser şewitandina ala Kurdistanê bertek nîşan da û got:

“Ala Kurdistanê xeta me ya sor e.”

Şêx Cengî Talabanî li ser şewitandina ala Kurdistanê û baregeha PDK ê li Bexdayê ji aliyê Haşdî Şabî de bertekê nîşan da û peyamekî nivîskî belav kir. Talabanî weha got:

“Gelek bi endîşeye ku destê xwe dirêjî ala Kurdistanê bikin, ew ala ku bi hezaran ewladên me bi xwîna xwe parastine û sembola aştî, aramî û pêkvejiyanêye. Eger hun ji partiyekî, grûbekî an ji hinek kesan hêrs bibin û êrîşê muqadesatên milletekî bikin, kes wî mafê nade we. Ala Kurdistanê xeta me ya sor e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin