Li Bazîdê 2 lesker can dan

Li Bazîdê 2 lesker can dan

PeyamaKurd- Li bajarê Agiriyê li navçeya Bazîdê li ser sînorê Îranê di navbera PKK ê û leşkerên Tirkiyê de şer derket û di encamê de 2 çawîşên pispor yên Tirkiyê birîndar bûn. Di şer de 2 çawîşên pispor yên ku birîndar bûn wan birin nexweşxane ya Bazîdê ya Dr. Yaşar Eryılmaz û li wê derê tevî mudaxeleyên doktoran can dan. Bo Tib a Edlî cenazeyên leşkeran birin bajarê Erzeromê û otopsiya wan li wê derê hat kirin.

Wê merasima cenaze li Bazîdê bêkirin û cenazeyan bişînin memleketên wan.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê ragihand ku çekdarên PKK ê xwestine ji Îranê derbasî aliyê Tirkiyê bibin û bo berlêgirtina PKK ê, di navbera her dî aliyan de şer derketiye. Di şer de 2 leşkerên artêşê can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin