Fûad Elîko: PYD hinceta derdixe da bi ENKS ê re hevkarî neke

Fûad Elîko: PYD hinceta derdixe da bi ENKS ê re hevkarî neke

PeyamaKurd- Sekreterê berê yê Yekîtiya Kurdistana Sûriyê û siyasetmedar Fûad Elîko bo KDP.info yê ragihandiye hewlên Fransa û Amerîka hene bo rêkeftina ENKS ê û PYD ê û hewlên wan berdewamin. Di vê mijarê de Fûad Rlîko weha got:

“Destpêşxêriya Fransayê pêngaveka girîng e, lê niyeta PYD ji bo rêkeftinê tine ye û hema sebeban derdixe. Em jî nakevin bin zexta wê de. Divê ew xwe yekalî bikin û ber bi me de werin. Bila di serî de girtiyên siyasî yên di zindanên xwe de azad bikin, da ku em jî zêdetir nêzîkî wan bibin. Ji bo rêkeftina bi PYDê re jî em bê garantî ti rêkeftinekê bi wan re nakin. Ti niyet û daxwazekî ji bo rêkeftinê li cem PYDê tine ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin