PeyamaKurd- Li bajarê Selaheddînê yê Kurdistanê di nava ziyaretekê de IŞÎDê bi bombeyekê êrîş kir. Di encama êrîşê de 10 kes hatin kuştin.
Qaymeqamê navçeya Şarkatê ya bi ser bajarê Selaheddînê ve, Alî Dubah di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Dubah got ku komekê li nava ziyaretê tirb dikolan û IŞÎDê di nava wan de bombeyek teqandiye. Di encama teqînê de 10 kes hatine kuştin û 14 kes jî birîndar in.
Navçeya Şarkatê 160 km. nêzîkî Bexdaya paytexta Iraqê ye û li ser bajarê Selahddînê ye.
Di 18 Kanuna 2017an de Serokomarê Iraqê Abadî gotibû ku êdî di nava axa Iraqê de IŞÎD xilas bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin