Muxalîfên Pasînyan bi ser avahiya hikûmetê de girtin

Muxalîfên Pasînyan bi ser avahiya hikûmetê de girtin

PeyamaKurd – Piştî ku doh Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan bang li alîgirên xwe kir, îro 1ê Adarê li ber avahiya hikûmetê kom bibin, dijberên Paşînyan jî ketin tevgerê bi ser avahiya hikûmetê de girtin.

Artêşa Ermenistanê hefteya borî daxwaza îstifayê ji Paşînyan kiribû û Paşînyan jî ev yek wekî darbeyeke leşkerî bi nav kiribû û red kiribû.

Li gorî ajansên rûsî îro dijberên Paşînyan ên opozîsyona Ermenistanê bi ser avahiya hikûmetê de girtine û ketine hûndir ku dixwazin Paşînyan îstifa bike û hikûmetê hilweşîne.

Li gorî vîdyoyên belav bûne xwepêşanderên li Êrîvanê bi ser avahiya hikûmetê de girtine, dirûşmên îstifaya Paşînyan diqîrin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin