PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov got eger daxwazeka berbiçav ji Amerîkkayê were, ew amade ne ku pêwendiyên xwe normal bikin.
Lavrov di forma navdewletî ya xwendina Primakov de, li ser mijarên rojane axifî. Li ser têkiliyên navbera Rûsya û Amerîkayê weha got:
“ Em naxwazin bi Amerîka re, an bi dewleteka dinê re têkiliyên seqet bimeşînin. Em, ji serokê Amerîkayê Trump û Washingtonê carna îşaretên normalîzekirina têkiliyan distînin. Em ji vê re amade ne lê em li benda daxwazeka berbiçavin.”
Lavrov ragihand ku arîşeyên dinyayê bi fermanan û bi zorê çaraser nabin. Di vê mijarê de Lavrov weha dewam kir:
“Li Kore problema nukleerî heye. Li Îranê peymana nukleerî, li Ûkraynayê şerê navxweyî û li Sûriyê bo çareseriya terorîzmê ji derve de zor tê dayîn. Bi ferman, zor û eziyetê van meseleyan derman nabin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin