PeyamaKurd – Wezîra Berevaniya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer, ragihand ku piştî sed salan wê haham di artêşa Almanyayê de werin erkdarkirin.
Wezîra Alman li ser twitterê ragihand, ‘Ev nîşaneya ku cihû jî beşek ji vî welatî ne’ û wiha got: “Di civîna îro ya kabîneyê de, me ji bo leşkerên xwe yên cihû peyameke girîng da. Piştî nêzîkî 100 salan wê li nav artêşa Almanyayê hahamekî cihû jî were peywirdarkirin.”
Li gorî nûçeya Euronewsê di nav artêşa Almanyayê de 300 leşkerên regez cihû hene û haham dê ji bo karûbarên wan ên olî di artêşê de kar bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin