Pentagon: Kî bikeve nav vî serî, em ê lê bidin!

Pentagon: Kî bikeve nav vî serî, em ê lê bidin!

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin, ji ABC Newsê re axivî û diyar kir ku her rêxistin û dewleteke ku destwerdana şerê Îsraîl û Hemasê bike, Amerîka dê lê bide.

Di pêvajoya ku îdiayên ‘heger Îsraîl operasyoneke bejahî bike, dê Îran an jî hêzên Îranê yên piştgiriya wan dike destwerdana şer bikin’ Amerîkayê daxuyaniyeke rexnegir da.

Pentagonê ku ragihandibû ku piştî şandina 2 keştiyên şer ji herêmê re dê pergalên parastina asîmanî jî veguhezînin û ragihand ku heger şerê Îsraîl û Hemasê berfireh bibe ew ê destwerdanê bikin.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin di hevpeyvîna ku bi ABC Newsê kir de got ku “Li dijî her rêxistin an welatek ku hewil bide destwerdana berfirehkirinê ya şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de bike, em ê dudilî nebin ku destwerdana leşkerî bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin