PeyamaKurd - Malbata ciwanê Kurd ê bi navê Emîn Îsa Emîn ku li Rojavayê Kurdistanê di girtîgehên asayîşa PYDê de di bin îşkcenceya giran de hat kuştin ragihand ku ew li hember kuştina kurê xwe bêdeng namînin û dê doza wî bigihînin heta Brûkselê.
Emîn Îsa Emîn ji serê vê mehê ve ji aliyê asayîşa bi ser PYDê ve bêyî ti tometekê hatibû girtin û pişt 27 rojan termê wî radestî malbata wî hatibû kirin.
Li gorî rapora bijîşkan Emîn di bin îşkenceyeke tund de can daye.
Pişt derbasbûna 27 rojan li ser girtina wî, termê wî radestî malbata wî hatiye kirin, ku nîşanên lêdanê û îşkenceyê bi eşkere li ser tevahiya laşê wî hene. Malbata wî jî dibêje ti tomet li ser Emîn nehatibû belgekirin û bi awayekî hov ji aliyê asayîşê ve hatiye kuştin.
Malbata wî gotiye, Emîn nexweş bû û wan gelek caran hewl da wî bibînin û dermanê wî radest bikin, lê asayîşê guh nedaye wan û derman ji destê wan negirtine.
Rapora dadwerî tekez dike ku ji ber tundiya îşkenceyê argûşka wî şikestiye û xwîn pijaye mejiyê wî û ziyan gihîştiye kiloxa wî û herwiha bandora lêdanê li ser çokên wî jî diyar in.
Emîn Îsa Emîn ji gundê Bîrkê yê navçeya Dirbêsiyê ye û sala 1986an ji dayik bûye ku bavê du zarokan e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin