PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, di pêwendiyeke telefonî de bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re, êrîşên Îranê û komên milîsên girêdayî wê li dijî Iraq û Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir.
Daxuyaniyek ji aliyê Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tom Pigott ve hat weşandin, nîşan da ku roja Duşemê, 9ê Adara 2026an, di navbera Sekreter Rubio û Serokwezîrê Iraqê Sûdanî de pêwendiyeke telefonî çêbûye.
Li gorî daxuyaniyê, Sekreter Rubio êrîşên terorîstî yên ku ji aliyê Îran û komên milîsên terorîst ve li Iraqê, bi taybetî li Herêma Kurdistanê û li seranserê Iraqê hatine kirin, bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de herwiha hat destnîşankirin ku di beşek din a axaftinê de, her du aliyan girîngiya rola Bexdayê tekez kirin û Sekreter Rubio dubare kir ku divê hikûmeta Iraqê hemû çavkaniyên xwe seferber bike û hemû tedbîrên pêwîst bigire da ku ewlehiya personel û tesîsên dîplomatîk ên Amerîkî li welêt biparêze.
Daxuyaniyek ji ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî got ku di civînê de pêşketinên ewlehiyê yên li herêmê û pirsgirêkên stratejîk ên di navbera her du welatan de hatine nîqaşkirin.
Li gorî daxuyaniyê, Sûdanî pabendbûna tevahî ya hikûmeta xwe ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk, balyozxane û konsulxaneyan li ser axa Iraqê dubare kir, û tekez kir ku misogerkirina ewlehiya van navendan erk û berpirsiyariyeke bingehîn a hêzên çekdar ên Iraqê ye di hemû yekîneyên wê de.
Sûdanî tekez kir ku hemû hêzên siyasî û neteweyî yên li Iraqê li ser pêwîstiya pêşîgirtina li kişandina welêt di nav pevçûnên leşkerî de li hev dikin û diyar kir ku binpêkirinên qada hewayî ya Iraqê, bêyî ku ji ku derê bin, bi awayekî bê guman têne redkirin.