PeyamaKurd - Balafireke şer a Polonyayê dema firîna perwerdehiyê li balafirgeha Lotnisko Gdynia - Kosakowo li ser pîstê de ket û pîlotê wê yê ku ji pîlotên herî xwedî ezmun ê Polonyayê bû li cihê bûyerê can da.
Hate ragihandin ku balafira cûreya M-346 a hicûmê dema firîna perwerdê li ser pîsta balafirgehê ket û pîlotê wê Robert Jel li cihê bûyerê mir.
Piştî bûyerê Hêzên Asmanî yên Polonyayê hemû firînên balafirên cûreya M-346 rawestand û merasîmên salvegera damezrandina 30yemîn a Lîwaya Asmanî jî hatin betalkirin.
Li gorî dîmenên belav bûne dema balafir li ser pîstê dikeve agir pê dikeve û dibe wek gloka agir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin