PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê Mazlûm Ebdî li herêma Başûrê Kurdistanê ye.
Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin wê fermandar Mazlûm Ebdî bi nûnerê Serokê Amerîkayê yê li Sûriyeyê, Tom Barak û Serokê herêma Kurdistanê Nêcîrvan Barzanî re bicive.
Beriya niha jî Ebdî li gel Nîcîrvan Berzanî û Mesrûr Berzanî civiyabû û gelek mijarên li herêmê bi taybet yên Rojavayê Kurdistanê nîqaş kirin.
Tê pişbinîkirin ku di civîna Ebdî û Barrack de wê mijara Sûriyê û peymana 29’ê Çileyê ya di navbera HSD’ê û hikumeta demkî ya Sûriyê de bê nîqaşkirin.