PeyamaKurd - Fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî derbarê hewildanên yekrêziya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê de raginad ku, gava yekemîn ji pêvajoya dîyaloga Kurdî- Kurdî bi serkeftî bûye, ew derbasî asta duyemîn bûne.
Fermanderê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) HSDê Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê medya civakî der barê gotûbêjên bo yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew derbasî asta duyemîn bûne:
Kobanî got, “Gava yekemîn ji pêvajoya dîyaloga Kurdî- Kurdî bi serkeftî bû, em derbasî asta duyemîn bûn. Hêviya me ji herdo aliyên siyasî ku berjewendî, paşeroj û bendewariyên gel esas bigrin. Emê bi hevre û yekgirtî bi serkevin û dîrokê binivîsînin.”
Gava yekemîn ji pêvajoya dîyaloga Kurdî- Kurdî bi serkeftî bû, em derbasî asta duyemîn bûn.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) May 29, 2020
Hêviya me ji herdo aliyên siyasî ku berjewendî, paşeroj û bendewariyên gel esas bigrin.
Emê bi hevre û yekgirtî bi serkevin û dîrokê binivîsînin.
Mazlûm Kobanî bi armanca nêzîkirina aliyên siyasî û avakirina yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê înîsîyatîf wergirtibû û ew helwesta wî ji aliyê gelek partî û aliyên Kurdî ve bi erênî hate pêşwazîkirin.
Heta niha çendîn civîn û danûstandinên ji bo avakirina yekrêziya navmala Kurd, di navbera herdu aliyên serekê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) de bi beşdariya nûnerê Amerîkayê William Roebuck hatine encamdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin