PeyamaKurd- Temsîlkarê berê yê ji têkoşîna li dijî DEAŞ ê berpirs yê Amerîkayê yê berê Brett McGurk ragihand ku ji bilî lihevkirina bi Rûs û bi Şamê re ti rê li ber HSDê nemaye.
Brett McGurk bo MSNBC yê axifî û di axaftina xwe de got ku Tirkiye di 9 ê cotmehê de êrîşî Rojava kir û di nav 10 rojan de nîvê wan zarok 160 hezar kes koçber bûn, sûçên şer hatin kirin, jinan ji erebeyan derxistin û li kenarê rêyan kuştin. Endamên İŞİDê ji zîndanan hatin rizgarkirin. McGurk weha dewam kir:
“Bo demeka dirêj ew baregehên ku Amerîka lê diman teslîmê Rûsan hatin kirin an bo nekevin destê grûben ku Tirkiye wan destek dike, hatin teqandin. Serê Kaniyê yek ji wan navçeya ye û 45 hezar kes tê de dijîn. Niha ji aliyê muxalifên Sûriyê yên layangirên Tirkiyê de tê bombebarankirin. 5 roj dan da şervanên Kurd jê derên. Eger dernên wê operasyona Tirkiyê dewam bike. Ev jî demeke dirêje ku taktîka Esed e da şerê hundir dewam bike.”
McGurk ragihand ku vekişîna Trump ya ji Sûriyê xetayeka mezin bû û bazara navbera Erdoğan û Trump bi ebadên xwe ji Firatê heya Iraqê 450x32 km.ye. Ev temamê herêma Kurd û herêma Xirîstiyanan dixe nav xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin