PeyamaKurd- Wezîrê berê yê zîraî û cîgirê serokê AKP ê Mehdî Eker tevlî bernameyeka TRT Kurdî bû û bi Kurmancî di gelek mijaran de ramanên xwe û partiya xwe AKP ê anî ziman. Eker ragihand ku gelek siyaset ji heman navendê tên îdare kirin. Mînak; CHP, PKK û FETÖ ji eynî navendê tên îdarekirin.
Mehdî Eker di mijara dîroka CHP ê de got ku di dîroka Kurdan de zilma ku CHP ê li Kurda kiriye di ti dîrokekî de nehatiye kirin. Dema Kurd bi zimanê xwe diaxifîn îdara CHP ê ji wan re cezayê pere dibirî. Komkujiya ku li Dêrsimê hatiye kirin ji aliyê CHP ê de hatiye kirin ku Kemal Kılıçdaroğlu bi xwe Dêrsimiye.
Di mijara beqayê de ku hevkariya Cûmhûr tim behsa wê dike weha got: “Amerîka û hevkarên xwe li ser navê demokrasiye ewilî Basra, Bexdayê xerab kirin. Paşî Şam û Helebê. Bi rêya PKKê di sala 2015an de xwestin Diyarbekirê bi rêya çal û xendeqan xerab bikin. Ev tev projeyekiye.”
Eker, di mijara aştî û aramiyê de got ku niha aramî heye. Berê xelk nikaribû bi rihetî silavê bide wan, kes newêribû dengê xwe bide AKP ê lê niha ew serbestî û aramî heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin